Li Helebê hunermendan ji bo Efrînê çalakiyek li dar xist

Bi diruşma “Efrîn a me ye”, Yekîtiya Hunermendan a Helebê bi boneya salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê mîtîngek li dar xist.

Mîtîng li qada Cebanat a beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Hunermendan a Helebê hate lidarxistin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên “Efrîn a me ye û ya me bimîne”, “Tirkiyê ya dagirker zarokên me qetil kirin, şûnwarên me talan kirin û bajarê me wêran kir”, “18’ê Adarê roja dagirkirina Efrînê xaleke reş li eniya mirovahiyê ye” û “Na ji dagirkeriya Tirk a li Sûriyê re”, şaxê zeytûnan û wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk hatin hildan.

Back to top button