Yekîtiya Ewropa dixwaze dawî li aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de were. Ji ber vê yekê di navbera aliyan de hevdîtinên aştiyê pêk hatin. Daxuyaniya piştî hevdîtina navbera Alîev-Paşînyan ji Êrîvanê hat. Hate ragihandin ku aliyan li ser hevdîtinên aştiyane lihev kirine.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan piştî şerê navbera her du welatan li ser Qerebaxê ya sala 2020’an cara sêyemîn li hev civiyan.
Serokwezîrê Ermenîstanê piştî civîna li Brukselê daxuyaniyek da û got,
“Serokwezîrê Ermenîstanê û Serokkomarê Azerbaycanê ji bo destpêkirina amadekariyên hevdîtinên aştiyê ferman dane wezîrên derve.”
Li gorî daxuyaniyê, Paşînyan û Aliyev li hev kirine ku heta dawiya vê mehê komîsyoneke dualî bê avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ev komîsyona wê ji bo “xêzkirina sînorê Ermenistan û Azerbeycanê” bê avakirin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) ku mazûvaniya civîna serokên Azerbaycan û Ermenîstanê kir, diyar kir ku ew hêvî dikin ku civîn ji bo aştiyeke mayînde bibe gava yekem.
Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel ji rojnamevanan re got:
“Ez di wê baweriyê de me ku me îşev di rêya rast de gaveke girîng avêtiye. Helbet ev nayê wê wateyê ku her tişt çareser bûye.”
Aliyev û Paşînyan di Kanûna 2021’ê de li Brukselê yekemîn hevdîtina xwe pêk anîn.
Di şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê ya li ser herêma Qerebaxê ku 2020’an pêk hat de, bêtirî 6 hezar û 500 kes hatin kuştin.
Di encama peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Moskowayê pêk hat, Azerbaycanê beşeke girîng a axa di bin kontrola Ermenîstanê de li Qerebaxa Çiyayî paşve sitand.
Piştî vê Rûsyayê jî hêzên aştiyê li herêmê bi cih kir.
Aloziya vê dawiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de bûye sedema fikarên ku îhtîmala hatina aliyan li ser maseya aştiyê kêm bibe.