Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya serxwebûna Sûriyê 17`ê Nîsanê û cejna Suryaniyan 24`ê Nîsanê kirin betlaneya Fermî.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî boneya roja derketina hêzên Fransî ji Sûriyê di 17`ê Nîsana 1946`an de û 24’ê Nîsanê cejna Suryaniyan biryarnameyek bi hejmara 6`an weşand..
Li gorî biryarnameyê,
“Hemû saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên 17 û 24 Nîsanê dikin betlane …
Sazî û Daîreyên ku tê xwestin, li ser karê xwe derveyî vê dimînin.”



