Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê û 2 hevkarên wî bi operasyonekê girtin.
QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yekîneyên Antî-Teror (YAT) bi ser malekê de girt ku serçeteyeî DAIŞ’ê xwe lê vedişart.
Hat diyar kirin di encama operasyoneê serçete DAIŞ`ê hat girt û her wiha belge û miqdareke çekên pê re jî hatin desteser kirin.
QSD`ê di dawiyê de ragihand ku 2 çeteyên herêmî yên hevkarî bi wî serçeteyê DAIŞ`ê re dikirin jî hatin girtin.
https://youtu.be/SOi-NSaI9Tw



