Endamê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ayid Îbrahîm da xuyakirin ku kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên terorê” temam bûye û gel “mîna ku bikeve govenda azadiyê” tevlê bûye.
Ayid Îbrahîm diyar kir ku gel bi îmzeyan dixwaze dengê xwe li cîhanê bide bihîstin û dawî li neheqiya li hemberî PKK’ê were.
Îbrahîm da zanîn ku dema ku kampanya dest pê kir, armanca wan milyonek îmze bû û got:
Bi giştî 2 milyon û 476 hezar û 173 îmze hatin komkirin.
Ev yek nîşan dide ku gelê herêmê PKK’ê wek partiyeke ku ji bo gelan şer dike û nirxên civakî diparêze, dibîne.”
Ayid Îbrahîm dawiyê ev peyam da:
”Mixabin ji ber berjewendiyên navneteweyî PKK di “lîsteyên terorê” de cih girt.
Niha gelê ji bo neheqiyê dibêjin êdî bes e.”