Tevliheviya li herêmên dagirkerî didome .
Li gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî şer di navbera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de, derket.
Duh li gundên navçeya Şêrawa ya başûrê kantona Efrînê şerên giran di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên “Artêşa Niştimanî” de, derketine.
Li gor agahiyên di vî şerî de gelek çete hatin kuştin .
Çeteyên Tehrîr El-Şam gundên Basûfan û Beiyê û benda kontrolê yê gundê Xezawiyê kontrol kirine.
Şer li gundê Basûtê jî bi giranî didome.