Navenda Ragihandina Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe a şehîd bûye eşkere kir.
Asayîşê di daxuyaniya xwe di ragihand ku endama wan Wîdad El-Hac Ebdulehmed li Tebqa dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza dewamkirina riya şehîdan hate dubarekirin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Wîdad El Hac Ebdulehmed 8’ê Tebaxa 2022’an li Tebqa şehîd bû.