Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2. Kongreya nexweşiyên dil û neştergeriya wê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Kongre bi amadebûna 50 bijîşkan li Hola Biric hate lidarxistin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destpêka kongreyê de axivî û got:
“Armanca kongreyê ew e ku pêşketina zanistê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya avakirina civaka zana nîqaş bikin.
Tevî êrişên li ser herêmê, em hewl didin civakeke zana û exlaqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û biparêzin.”
Di kongreyê de 4 mijarên sereke ên li ser nexweşiyên dil û neştegeriya wê û bandorên nexweşiyên din li ser dil hatin nîqaşkirin.
Piştî wê kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.