Parlamenterên HDP ber bi Wezareta Dadê ya Tirkiyê ve meşiyan

Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û êşkenceya li zindanan, ber bi wezareta dadê ya Tirkiyê ve meşiyan

Parlamenterên HDP’ê bi mebesta rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan, li Enqerê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan.

Du caran polîsan hewl dan pêşiyê li meşê bigrin, lê parlamenteran çalakiya xwe dewam kirin.

Piştî hevdîtina bi wezareta edaletê ya Tirk re, parlamenteran daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di daxuyaniyê de diyar kir ku wan bi wezaretê re peywendî danîne û dê di demekî herî kin de bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin.

Meral Beştaş: Desthilat ji bo hebûna xwe tecrîdê ferz dibîne

Binpêkirinên li girtîgehan, îşkence û tecrîd li her devera Tirkiyeyê zêde dibin.

Têkoşîna me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Her wiha mînaka tecrîda li Îmraliyê di cîhanê de nîne û ev tecrîd didome.

Desthilat ji bo xwe li ser lingan bigre, tecrîdê weke ferz dibînin.

Back to top button