Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade der barê girtina dibistanên Kobanê yên li nêzî sînor ji ber topbarana dagirkeriya Tirk de hişyarî da û bang li hikumeta Şamê û UNESCO’yê kir ku şagirtan ji van êrişan biparêzin.
Dibistanên li ser sînor ên Kobanê ji ber êrişên dewleta tirk a dagirker di nava metirsiya girtinê de ne
Dibistana gundê Qeremox ji wan yek dibistanê ye ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker hate girtin.
Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Bekir Cerade axivî.
Bekir Cerade: Di konan de be jî emê perwerdeya Kurdî bidomînin
Bekir Cerade diyar kir armanca yekemîn ya dewleta tirk ji êrişan paşxistina wan di perwerdeyê de û got:
“Şerê çandî ji şerên herî metirsîdar e.
Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan şerê me dike û hewl dide îstîqrara herêmê têk bibe.”
Cerade destnîşan kir ku eger di konan de be jî, ew ê fêrkirina zimanê xwe, fêrkirina şagirtan bidomînin . Emê dibistanên xwe bibin ciheke din”
Bekir Cerade bang li UNESCO û hêzên navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriya Tirk rawestînin.