Nebîl Werdê: Dewleta Tirk armanc dike gel koçber bike

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werdê têkildarî êrişên li ser herêmê axivî û got :
“Em ê heta nefesa xwe ya dawîn li dijî hemû êrişên ku herêmê dikin hedef, li ber xwe bidin.”

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werdê têkildarî êrişên artêşa Tirk nirxandin kir..

Nebîl Werdê diyar kir ku şeva 19’ê Mijdarê , dewleta Tirka dagirker li dijî heremê dest bi êrişan kir û got:

“Dewleta Tirk van êrişan ji bo koçberkirina şêniyên herêmê û pêkanîna komkujiyan dike.

Dagirker çavkaniyên enerjiyê, navendên jiyanî û giştî dike hedef..

Her wiha aboriya herêmê jî ji bo birçîkirina gelê wê dike hedef.”

Werdê wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Dewleta Tirk navenda hevpar ên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li bajarê Hesekê kir hedef.

Ev êriş dubare bûn û baregeha Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê jî kir hedef.

Lê ya balkêş ew e ku hêzên Rûsyayê berî armanckirinê ji baregeha xwe vekişiyan û piştî wê jî vegeriyan.

Di çarçoveya êrişan de, hêzên hikumeta Şamê rasterast hatin hedefkirin.”

“Divê gel hevgirtî be”

Nebîl Werdê anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike..

Werdê bang li gel kir ku ji bo şikandina êrişan bibin yek û wiha pê de çû:

“Divê gel nahêle ku dagirker bigihêjin armancên xwe yên dagirkeriyê..

“Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”

Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê Nebîl Werdê dawiyê tekez kir ku heta dawî li dijî hemû êrişan ewê li ber xwe bidin.

Back to top button