HPG’ê bîlançoya şer a 8 mehan eşkere kir û li gorî vê, Di çalakiyên gerîla de 2hezar û 744 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin, 11 helîkopter hatine xistin û derb li 80 helîkopteran hate dayîn. Her wiha HPG’ê ragihand ku 3 hezar û 152 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrişî qadên parastinê hatiye kirin.
Navenda ragihandin û Çapemeniya HPG’ê îro bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a 8 mehan li qadên pastinê yên Medyayê eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedana dîrokî ya gerîlayan heşt meh tijî kir û got:
“Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li pêşiya planên xwe yên qirêj astengiya herî mezin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibîne.
Artêşa Tirk a mêtinger ku bi piştgiriya teknîkê ya NATO’yê xweest di demeke kurt bigihêje armancên xwe, lê rastî milîtanên Apoyî hat û planên wan têk çûn..”
HPG’ê bal kişande ser sûcên şer yên dewleta Tirk û hevkarên wan û wiha dewam kir:
“Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana me ya gerîla xitimî ye, careke din rê û rêbazên şer ên bêexlaq û nehiqûqî xiste dewrê û Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombe kir
Tevî ku gelek caran hate belgekirin ku Arteşa tirk a qirker sûcê şer dike, lê ev sûc dewam bûn.
Xiyanet û nokeriya li Kurdistanê jî li gel bangên gel dewam kir.”
HPG: Di 8 mehan de 2 hezar û 744 dagirker hatin kuştin
Li gorî navenda ragihandinê ya HPG, bîlançoya şerê 8 mehan wiha ye:
Di çarçoveya operasyonên şoreşgerî yê gerîlayan de bi giştî 2 hezar û 852 çalakî hatin lidarxistin.
– 2 hezar û 744 dagirker hatin cezakirin ku 12 ji wan kontra û 20 jî payebilind bûn.
– 385 dagirker birîndar bûn.
-11 helîkopter hatin xistin,
-80 helîkopter
– 19 çeper
– 12 Drone
– 9 Kepçe
– 6 wesayitên leşkerî yên zirxî
– 3 konên leşkerî
– Konteynirekê jî hatin derbkirin.
HPG: Di 8 mehan de 3 hezar û 152 caran êrişin bi çekên qedexekirî çêbû
Têkildarî êrişên dagirkeriyê ên di nava 8 mehan de jî HPG ev agahî dan:
– 3 Hezar û 897 caran bi balafirên şer,
5 hezar û 433 caran bi helîkopterên êrîşê,
û 3 hezar û 152 caran jî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî qadên gerîla hatin bombebarankirin.
HPG: Di têkoşîna 8 mehan de 199 hevrêyên me şehîd bûn
He wiha HPG’ê ragihand ku di têkoşîn û berxwedana 8 mehan a hêzên wan de 199 hevrêyên wan bi rengekî fedaî şer kirin û şehîd bûn û got:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha îdeolojiya Apoyî bûn şopdarên xeta şehîdan, careke din nîşan dan ku xwedî hêz û biryardariya serketinê ne.”