Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê hîna jî ranewestiyane.Îro Artêşa Tirk a dagirker xebatkarên ku li stasyona avê a rojavayê Kobanê dixebitîn, kirin hedef, di encama êrişê de 3 xebatkar birîndar bûn. Gundê Guzeliyê yê Til Temir jî mîna her carê rastî topbatanê hat.
Artêşa Tirk a dagirker di seatên nîvro de êrişî stasyona avê ya li gundê Şêxlera Jorîn a rojavayê bajarê Kobanê kir.
Li Kobanê hedefkirina stasyona avê: 3 xebatkar birîndar bûn
Di êrişê de 3 xebatkarên Gerînendetiya Avê ku dixebitîn birîndar bûn.
Her weha erebeyek bi temamî şewitî û zirarên madî di stasyonê de çêbûn.
Navên xebatkarên birîndar bûne wiha ne:
Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48), Muslim Hemo (55) salî.
Birîndar ji bo dermankirinê, rakirine nexweşxaneya Kobanê.
https://twitter.com/tvronahi/status/1605893385218191361
Dewleta Tirk êrişî gundê Guzeliyê yê Til Temir kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê Til Temirê jî bi obîsan topbaran kir.
Doh jî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê kirin armanca êrişan…