Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê-PAJK’ê anî ziman ku komkujiya li Parîsê bi fermana şefê faşîst Erdogan pêk hatiye.
Û da zanîn ku wê Kurdistanî tola komkujiyê hilînin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) ji bo komkujiya Parîsê ya duyemîn daxuyanî da.
PAJK: Komkujî bi fermana şefê faşîst Erdogan pêk hatiye
PAJK’ê destpêk daxuyaniya xwe de şehîdên komkujiyê bîr anî û sersaxî ji malbatrên wan re xwest û got:
”Komkujiya Parîs ne bûyerekî ferdî ye an jî êrîşekî nîjadî ya klasîk e. Ev êrîş li hemberî jin û gelê Kurd e.
Ev êriş heman demê de li dijî demokrasiya Ewropa, qanûnên Fransa, îrade û yekbûna gelê Fransa ye jî.”
PAJK’ê her wiha da zanîn ku êrişa li Parîsê bi fermana şefê faşîst Erdogan pêk hatiye û ev tişt anî ziman:
Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst ev êriş organîze kiriye. Êriş bi fermana şefê faşîst Erdogan pêk hatiye.
Vê carê Fransa wê nikaribe komkujiya Parîsê ya duyemîn bike qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî.
Dewleta Fransa hem komkujiya 2013’an hem jî vê komkujiyê divê di her milî de eşkere bike.
Bêyî ku ser rastiyan bigre û komkujiya siyasî ku dewleta Tirk pêk aniye şîlo bike, divê edaletê pêk bîne.”
PAJK: Kurdistanî wê tola komkujiya Parîsê hilînin
PAJK’ê piştrast kir ku wê gelê Kurd tola komkujiya li Parîsê hilînin û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir:
”Gelê Kurd û dostên wî yên di pêşengiya jinên Kurd de rabûn ser piyan bi îradeya azadiyê wê tola komkujiyê hilînin.
Wekî şopdarên vê dozê wê destûrê nedin ser bê girtin.
Tevgera me a Jin, gelê me bi hêz in, heya dawiyê ji xwe bawer kirin û ji berê zêdetir têkoşîn bilindkirin wê bi ser bixînin.
Gel û jinên Kurd, li ku derê dibin bila bibin wê xwe û parastina xwe ya cewherî bi rêxistin bikin, têkoşîna azadiyê belav bikin.
Û bi domdarî bimeşînin bi vî awayî wê xwe biparêzin û azad bibin.”



