Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê pêngaveke berfireh a paqijiyê li bajarê Hesekê ragihand.
Pêngava paqijiyê sibe dest pê dike û dê li 18 taxên bajar pêk were.
Endamên Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê û şêniyên bajar dê beşdarî pêngavê bibin.
Pêngav piştî seat 1’ê nîvro dest pê dike.
Di çarçoveya pêngavê de dê hawiyên çopê li ber dikan, xwaringeh, deverên giştî û li ser riyan werin danîn.
Her wiha dê belavokên li ser girîngiya paqijiyê li şêniyan werin belavkirin û afîş li cihên giştî werin daliqandin.
Hevserokê Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê Rustem Bekir bang li tevahî şêniyan kir ku di paqijiya bajar de, bi şaredariyê re hevkar bin.



