Li herêmên Sûriyê ji ber erdheja ku li Bakurê Kurdistanê qewimî, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne. Hikûmeta Şamê li şûna ku destekê bide kesên zerar dîtine, alîkariyên ku tên didize û piştî 4 rojan 4 bajarên Sûriyê, weke herêmên karesetê, îlan kirin.
Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat, li Tirkiye û Sûriyê bû sedema mirina bi hezaran kesî.
Heta roja îro jî bi hezaran kes di binê kavilan de ne û li benda rizgarkirinê ne..
Bi sedhezaran kes jî birîndar in û derûniya gelekan têk çûye.
Erdheja ku qewîmî bandor li gelek herêmên Sûriyê jî kir û malweraniyek mezin bi xwere anî..
Li Sûriyê, ev 5 roj in her ku diçe bîlanço girantir dibe..
Kes jî bi hewara wan ve naçe, her çendî Rêveberiya Xweser alîkarî şand jî lê deriyê sînor heta niha nehatine vekirin.
Hikûmeta Şamê, bajarên Heleb, Lazqiyê, Hema û Idlibê weke herêmên karesetê îlan kirin
Piştî 4 rojan ji erdhejê, hikumeta Şamê herêmên Heleb, Lazîqiyê, Hema û Idlibê yên ku ji ber erdhejê zirarên mezin dîtine, wek herêmên karesatê îlan kirin.
Heta niha li seranserê Sûriyê ji ber erdhejê 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar hene.
Hikûmeta Şamê alîkariyan didize û heqaretê li mexdûran dike
Tişta ku bi serê xelkê hatiye nebese, hikûmeta Şamê bi ser de heqaretê jî li wan dike.
Saziyên hikumeta Şamê belavkarên alîkariyan neçar dikin ku erêkirinê ji saziyên ewlehiyê wergirin û dûre alîkariyan li mexdûrên erdhejê belav bikin.
Welatiyekî ku ew helwesta hikumetê rexne kiribû, ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Heman welatî beriya demekê karên nermirovî yên wan saziyan teşhîr kiribûn û gotibû ew sazî alîkariyan didizin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), yên alîkariyên mirovî li bajarê Ceblê yê li gundewarên Lazîqiyê belav dikin, bi rêbazekî nebaş nêzî mexdûran bûne, alîkarî avêtine pêşiya wan.
Hin çavkaniyan jî got hin madeyên alîkariyan li kolanên Şam, Lazîqiyê û bajarên din ên Sûriyê tên firotin û alîkarî ne-gihaştine gelek gund û bajarokên zirar dîtine.
Xelkê gundên nêzî Lazîqiyê, daxwaz kirin ku alîkariyan ji bo belavkirinê bidin kesên durist, da ku bi awayekî adil belav bikin.



