Berjîn Guneş: Armanca me azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye

Baskên ciwan û enternasyonalîstan a Meşa Dirêj, îro di roja dawî a meşê de li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê hatin ba hev. Ciwan piştî meşa xwe ya 6 rojan gîhîştin bajarê Freîbûrgê Almanyayê û bi daxuyaniyeke meşa xwe bidawîkirin û gotin: “Emê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo têkoşîna xwe bidomînin.”

Baskên ciwan û enternasyonalîstan a Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê APO hatî destpêkirin, îro li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê hatin ba hev.

Ji ciwanên tevlî meşê bûn endama TêkoJIN Berjîn Guneş û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Demhat Akman ji ANF’ê re axivîn.

Berjîn Guneş derbarê armanca meşê de axivî û anî ziman armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ye.

Li aliyê din Guneş bal kişand ser erdheja giran a li Bakurê Kurdistanê û hêrs û xemgîniya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman.

Demhat Akman: Heta azadiya fîzîkî a Rêber Apo çalakiyên me wê bidomin

Demhat Akman jî diyar kir ku gelê Kurd û dostên xwe bi hevre ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo dimeşin û di daxwazê xwe de bi îsrarin.

Herdû meşên dirêj a ciwana li bajarê freîbûng ê Almanyayê gihîştin hev

Meşa Dirêj a ku enternasyonalîstan li Swîsreyê bi heman armancê dayî destpêkirin, li Freîbûrgê bi çalakiya ciwanan re hat ba hev.

Nêzî saet 1000’an ciwanên Kurd bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonal” û “Bê Serok jiyan nabe” enternasyonalan pêşwazî kir.

Meşên dirêj a ciwanan bi daxuyaniyeke bi dawî bû

Piştre ciwanan têkîldarî komployê bi zimanê Kudî û Almanî daxuyanî dan.

Ciwanan diyar kirin ku meşa wan li dijî komploya navnetewî û azadiya fîzîkî a rêber Apo bû û wiha hate domandin.

“Em lazime ku weke ciwanên kurd li dijî her konseptên dijîmin derbikevin.

Xwe di serkeftinê de kilît bikin û hetanê azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêkan dikin ranewestin.”

Meşa dirêj a ciwanan bi duruşman bi dawî bû

Back to top button