
Jinên ji welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo di serî de belgekirina sûcên ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin însyatîfek ava kirin.
Însyatîfa ku rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nav de ne bi dirûşma ‘Ji bo ewlekarî û aştiyê, li dijî dagikirin û kuştina jinan têkoşîn’ hate avakirin.
Di însyatîfê de ku bi rêya onlîne bi civînekê hate ragihandin, rêxistinên jinan û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq, Libnan, Misir, Tûnis û Lîbyayê cih digirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser mafên bingehîn ên mirovan û peymanên navneteweyî yên ku rêgezên wekheviyê yên nava gelan erê dike.
Jinan destnîşan kir ku tundiya ser jinê yek ji polîtîkayên herî sereke ên sîstema kapitalîst a cîhanê ye.
Hat diyarkirin ku şehîdxistina Sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel bi van polîtîkayan hatin hedefkirin.
Navê sazî û kesayetên di însyatîfê de cih digirin wiha ne:
Endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Rûken Ehmed
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xewla El Îsa El Hemûd
Seroka Yekîtiya Jinan a Sûryan a Sûriyeyê Sîham Qeyro
Aktivîsta TJA Hacer Ozdemîr.
Endama Desteya Rêveberiya Baskê Jinan a Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan a Iraqê Şeyda Marûf Mehmûd
Seroka Komeleya Jinan a Iraqê Şemîran Odîşo
Seroka Komeleya Jinan a Libnanê Buşra Elî
Seroka Komîteya Jinan a Partiya Taşnak a Libnan Mary Ann
Endama Komîteya Ewlekariya Yekîtiya Afrîka, Tunis û Konseya Aştiyê ya Jinê Selve Kîke
Endama Tora Desteka Aştiyê ya Jinan a Lîbya Rabha Farîsî
Endama Meclisa Sekretera rêxistina Jinê ya Nû ya Misirê Nevîn Ûbeyd