Li Meletiyê 4 kes di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Li Meletiyê di 8’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 kes hatibûn binçavkirin.
Piştî îfadeyên li emniyetê bi dawîbûn Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi îdîaya her çar kes “endamên rêxistinê ne” sewqî dadger kir.
Dadger îfadeyên wan girt û bi heman îdîayê biryara girtinê derbarê her çar kesan da û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Meletiyê.