Foruma Sûriyê ya der barê Komploya Navneteweyî ya 15′ê Sibatê de bi dirûşma “Bi hev re ber bi bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve” hat lidarxistin. Di nîqaşan de giringiya kombûna li dor Ocalan heta bidestxistina azadiya fîzîkî hat ziman û banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foruma Sûriyê ya têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15′ê Sibatê organîze kir..
Form bi diruşmeya, “Bi hev re ber bi bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve” li Hola Şito ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Kesayetên siyasî û hiqûqî yên ji bajarên Heleb, Şam, Ceblê, Lazîqiyê û Humsê tevî nûnerên partiyên siyarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rûspiyên eşîran beşdarî Formê bûn.
Axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Perwîn Yûsif û endamê Desteya Rêveber a PYD′ê Sîhanok Dîbo ve hat kirin.
Li vir, qurbaniyên erdeheja Tirkiyê û Sûriyê hatin bîranîn.
Piştî tamaşekirina sînavizyonekê li ser Komploya navnetewî, nîqaş hatin kirin.
Beşa yekemîn li ser sedem û faktorên herêmî û navneteweyî yên komployê û bandorên wê ye.
Beşa duyemîn jî li ser rêbazên sekinandina li hember komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bû.
Di nîqaşan de bal kişandin ser giringiya kombûna li dor Ocalan heta bidestxistina azadiya fîzîkî û banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.
Her wiha hat gotin ku doza Ocalan veguheriye dozeke cîhanî û hat gotin:”Ev bûyer cara yekemîn bû pêk dihat, gelek dewlet û rêxistinên îstixbaratê beşdarî komployê bûn.
Her yek ji wan xwedî berjewendiyekê bû.
Cara yekem hikumet û rejîmên çepgir, rastgir, sosyalîst û kapîtalîst li hev kirin..”
Forum bi encamnameyekê bi dawî bû.