Parêzeran ji bo wergirtian agahiyeke li ser rêber Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan, lê hîn tu bersiv ji bo dosyayê nehatiye dayin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn di warê Îmraliyê de rêyeke bêkêr e. Jinên Mexmûrê jî anîn ziman ku tecrdîa li dijî rêber APO dijî hemû mirovahiyê ye.
Ev zêdeyê 2 sal in ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin.
Serlêdanên parêzer û malbata Rêber APO ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi awayê kêfî tên redkirin û wekî hincet jî cezayên dîsîplînê ku tên birîn tên nîşandan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê astengkirina serdanên malbatê jî di 2022’an de biribûn Dadgeha Destûra Bingehîn û bal kişandibûn ser tecrîdê û gotibûn ev îşkence ye.
Lê li gel ku di ser vê serlêdanê re salek derbas bû jî hîna Dadgeha Destûra Bingehîn tu bersîv nedaye parêzeran.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk têkildarî serlêdanên li Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirine, qutkirina têkiliyê û hewldanên ji bo hevdîtinê nirxandin kir.
Raziye da zanîn ku gelek dosyayên li ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn yên derbarê muwekîlên wan de hene û got:
Derbarê gelek dosyayan de hîn biryar nehatiye dayin.
Me derbarê qedexeyên li ser parêzeran, qedexeyên dîsîplînê, ji bo hevdîtna telefonê di dema kovîdê de pêk bê me serlêdan kiribûn.
Raziye Ozturk anî ziman ku Dadgeha Destûra Bingehîn di warê Îmraliyê de rêyeke bêkêr e û wiha anî ziman:
Ne malbat ne jî parêzer dikarin hevdîtinê bikin.
Neteweyên yekbûyî jî li hemberî vê yekê bê deng e.
Divê herkes li dijî tecrîdê rola xwe bi cih bîne.
Jinên Mexmûrê: Tecrîda li dijî Rêber Apo dijî hemû mirovahiyê ye
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin.
Fadîle Pîranî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi pêkanîna tecrîdê dixwaze gel û Rêber Abdullah Ocalan ji hev qut bike.



