Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn a Kobanê bi şahiyeke hunerî û pêşangehek şêwekariyê bi navê “Bi dengê Mizgînê huner nû dibe” ji bo bîranîna Ş.Mizgîn vekir.
Di şahiyê de li ser navê tevgerê, Fatme Xelîl şehîdên azadiyê bi bîr anî û got:
“Şehîd Mizgîn bi rêya têkoşîna xwe dengê jinan bilind kir.”
Koma muzîkê ya tevgerê stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerandin.
Di pêşangehê de bi dehan berhemên jinan hene.
Şehîd Mizgîn bi têkoşîn û hunera xwe mîrasek ji hunera şoreşgerî ya Kurdistanê re çêkir.
11’ê Gulana 1992’an, li navçeya Tetwan a Bedlîsê, leşkerên dewleta Tirk a dagirker mala ku tê de bû dorpêç kir.
Şehîd Mizgîn heta dawiyê şer kir û şehîd bû.