Sibê mîtîngên fînalê li Amed, Wan û Stenbolê li dar dikeve

Piştî 2 roj din, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi hilbijartin pêk tê û kelecan zêde dibe Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, Partiya Çepên Kesk sibê mîtîngên fînalê li Amed, Wan û Stenbolê li dar dixe. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk, rêxistina HDP’ê yê Amedê û Welatiyan, banga beşdariya mitîngê kirin gotin: “Ev mitîng, dê bibe agahiya têkbirina zîhniyeta faşîst.”

Piştî 2 roj din, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi hilbijartin pêk tê û kelecan zêde dibe

Di hilbijartinan de Serokkomarê nû û parlamenter dê werin hilbijartin.

Partiya Çêpên Kesk yê di vê mijarê de rola kîlît dilîze, ji roja ewil ve bênavber li qadan e.

Di vê çarçoveyê de Partiya Çepên Kesk sibê mîtîngên fînalê li Amed, Wan û Stenbolê li dar dixe.

Hevserokên partiyên Kurdistanî û demokratîk, nanmzetên parlamenteriyê û gelek siyasetmedar wê tev li bibin.

Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye

Têkildarî mitînga li Amedê hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên bajar axivîn û îşareY bi giringiya vê yekê kirin.

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê: Mitîng, dê bibe têkbirina zîhniyeta faşîst

Hevberdevkan diyar kirin ku li bendê ne sibe zêdetirî 100 hezar kes tev li mitîngê bibe û gotin:

“Ev mitîng, dê bibe agahiya têkbirina zîhniyeta faşîst.”

Namzetên Amedê jî diyar kirin ev mitînga wan ya dawî ye ku wê di bin rejîma Erdogan de bê lidarxistin û ev bang kirin:

Werin em cil û bergên xwe yên herî rengîn li xwe bikin û serkeftinê pîroz bikin.

Em ê bi ser bikevin û ew ê têk biçin. Divê gelê Amedê bi ruhê seferberiyê tev li mitînga xwe bibe.”

Xelkê Amedê: Em ê tev li mitîngê bibin û rojek piştre jî Erdogan têk bibin

Derbarê mijarê de Welatiyên Amedê jî axivîn û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan

Welatiyan ji bo tevlibûna mitînga Partiya Çepên Kesk a sibe bang kirin û wiha gotin: “Em ê sibe tev li mitîngê bibin û rojek piştre jî Erdogan têk bibin.”

Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn

Yek ji mitîngên Fînalê yê hilbijartinan li bajarê Wanê ye

Partiyên Çepên Kesk amadekariyên mitîngê bi dawî kir.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê hemû xelkê bajar vexwend mitîngê

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn hemû xelkê Wanê vexwend mitîngê.

Karakoyûn diyar kir ku ew di pêvajoyek girîng de derbas dibin û got: “Werin em hemû bi hev re xwedî li sindoqan derkevin, dengê xwe bi kar bînin û hem jî em di mitînga me ya mezin de bersivê bidin faşîzmê.”

Mîthat Sancar: Ger em weke HDP biketana hilbijartinê wê biryara girtinê bihata dayînê

Back to top button