Doh li bajarê Çanakkale, Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene, Îzmîrê Tekîrdag û Mêrdînê operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker di van operasyonan de 67 kes binçav kirin.
Operasyonên qirkirina siyasî berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de doh bi ser gelek malan de hate girtin.
Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin binçavkirin.
Di wan 30 kesan de Hevserok û Rêveberên HDP û DBP hene.
Kesên hatine binçavkirin wê bibin Tekîrdagê.
Polîsan li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Stewr û Dêrikê jî avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinên malan 13 kes hatin binçavkirin .
Ev welatî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatine binçavkirin.
li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi hemwext bi ser 28 deran de de hate girtin.
Bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re 24 kes hatin binaçvkirin.
Di dema destgîrkirinê de deriyên malan hatin şikandin û tiştên malê hatin belavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî li Amed, Edene û Mêrsînê hate şermezarkirin