Zêdeyî 2 sala agahî ji Rêber Apo nayê girtin û tecrîda giran didome.
Derket holê ku dewlta tirk a dagirker bê hince cezayê dîsîplênê yê nû ji bo 6 mehan li Rêber APO birîne.
Rêber Apo ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin.
Ev zêdeyî du sal in ti agahî jê nayê girtin.
Daxwazên hevdîtinê demek dirêj e bêbersiv tên hiştin.
Rayedarên dewleta Tirk a dagirke sedemekî jî diyar nakin.
Her çendî bi astengiyên kêfî û sîstematîk, dem bi dem bi cezayên disîplînê jî hincet nîşan bidin, ev jî carna piştî hefteyan û mehan encex radigihînin parêzeran.
Bêyî ku sedem were nîşandan, îtîraz tên redkirin
Li dijî qedexeya hevdîtina bi malbatê re parêzeran herî dawî di 23’yê Kanûna 2022’yan de serî li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.
Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan hate redkirin.
Têkildarî naveroka biryara redkirinê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin.
Tenê hat gotin ku “cezayê disiplînê” heye.
Parêzeran ji bo rakirina biryarê di 10’ê Çileyê de serlêdana îtîrazê ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê kirin.
Dadgehê di heman rojê de bi heman hincetê îtîraza parêzeran red kir.
Parêzeren piştî erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê ku bandoreke mezin li gelek bajaran kir, ji bo hevdîtina parêzer û malbatan careke din serlêdan kir.
Parêzer hîn bûn ku di 21’ê Kanûna 2022’yan de ji bo 3 mehan li dijî dîlgirtiyên Îmraliyê cezayê dîsîplînê hate birîn
Parêzeran di 6’ê Nîsana 2023’yan de cuda cuda ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serlêdan kirin.
Serlêdan hewaleyî 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatin kirin û dadgeriyê di 12’ê Nîsanê de serlêdana ji bo hevdîtinê û îtîrazên parêzeran red kir.
Li gel ku biryara qedexeyê ya berê hê neqediya bû jî dadgeriyê destnîşan kir ku di 15’ê Adarê de ji bo qedexeya hevdîtina hatiye dayîn.
26’ê Nîsanê cezayê dîsîplînê yê nû a şeşmenan li dijî Rêber Apo hate birîn
Her wiha tevî ku biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 27’ê Cotmeha 2022’yan de teqez bûbû bi dawî bû jî, ne dozgeriyê û ne jî rêveberiya girtîgehê tu bersiv nedidan serlêdanan.
Parêzeran ji bo hevdîtinê bi parêzeran re di 27’ê Nîsana 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.
Lê belê dadgeriyê bersiv neda serlêdanê.
Herî dawî dewsa dadgeriya 1’emîn ya 3’êyemîn a Bursayê ji parêzvanan re teblîg şann û diyar kir ku ji 26’ê Nîsanê ve cezayê dîsîplînê yê 6 mehan ji Rêber Apo birîne.



