Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerilayên ku li Botanê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ragihand gerîla Abbas û Xemgîn ku heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji milîtaniya fedaî nedan, bi hev re şehîd bûn û got:“Herdû şehîdan cewhera leheng a xelkê Botanê di kesayetiya xwe de bi milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin yek.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 grrilayên ku li Botanê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan Xemgîn û Abbas di 12’ê Cotmeha 2022’an li herêma Perwarî ya Sêrtê bi dijmin re ketin nava şer û ev agahî dan:
“Herdu hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin li dijî dijmin şer kirin.
Dijminê ku nekarî bi hevrêyên me yên leheng, teknîka şer û balafirên şer bi kar anî û bi rengekî namerdane êrişî hevrêyên me kir.
Hevrêyên me Xemgîn û Abbas ku heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji milîtaniya fedaî ya Apoyî nedan, bi hev re şehîd bûn.”
HPG’ê diyar kir hevrê Xemgîn ûAbbas bûn ewladên bijarte û yên herî hêja yên gelê me û got:
“Cewhera leheng a xelkê Botanê di kesayetiya xwe de bi milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin yek.”
HPG’ê sersaxî ji malbatên herdû şehîdan ên hêja û welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest û soza xwe dubare kir ku ew ê ji şopdariya li ser xeta şehîdan ti carî tawîzê nedin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Xemgîn Hêşetî
Nav û paşnav: Îrfan Çagla
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik: Makbûle
Bav: Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Cotmeha 2022, Botan
Nasnav: Abbas Herekol
Nav û paşnav: Serhat Îpekten
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik: Emîne
Bav: Halîl
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Cotmeha 2022, Botan