Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî Kramatorskî kir.
Di êrişê de, 8 kes ku 3 ji wan zarok mirin, herî kêm 56 jî birîndar bûn.
Di nava birîndaran de, zarokek 8 mehî û 3 kesên biyanî jî hene.
Rûsya ya aloziya xwe ya navxweyî dayî aliyekê, di armanca xwe ya li Ukrayna de israr dike.
Artêşa Rûsya ji bo pêkanîna daxwazên serokê welat Vladimir Putin di tevgerê de ye.
Di vê çarçoveyê de, şevê din artêşê êrişî Kramatorskî ya dikeve rojhilatê Ukrayna kir.
Di êrişê de xwaringeh û navendeke bazirganiyê hatin armanckirin.
Cenazeyên du xortên 12 û 15 salî danê sibê ji bin kavilan hatin derxistin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku yek ji qurbaniyên êrîşê 17 salî ye.
Rojnamevanê Belçîkî Arnaud De Decker ji tora BBC re got;
Ew çend deqîqe beriya êrîşê li xwaringehê bû.
De Decker got:
“Hê di bin xirbeyan de mirov hene ji ber ku ew xwaringeheke mezin e.
Ez qêrîna kesên di bin xirbeyan de dibihîzim,”
Rojnamevanê Belçîkayî diyar kir ku dibe 80 kes li xwaringehê hebin.
Di nava wan de leşker, rojnamevan û dilxwazên Ukraynî jî hebûn.
Ji ber vê yekê dibe jimara miriyan zêde bibe.
Zelensky: Divê tevahî kujerên rûs û terorîst werin dadgehkirin
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,
Êrîşên bi vî rengî nîşanî cîhanê didin ku divê Rûsya têk biçe.
Divê hemû kujer û terorîstên Rûs bên darizandin.”
Koşka Spî êrişa Rûsya ya li ser Kramatorskî şermezar kir
Di daxuyanîya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat dayîn de Rûsya ji ber êrîşên xwe yên hovane hat şermezarkirin.
Rûsyayê di 24’ê Sibata 2022an de dest bi êrişa kontrolkirina Ukraynayê kir.
Bajarê Kramatorskê ku nifûsa wê nêzî 150 hezar e, di dema êrişê de gelek caran bû armanca moşekên Rûsyayê.
Tevî ku bajar di bin kontrola Ukraynayê de ye jî, tenê 30 kîlometre dûrî herêmên di bin kontrola Rûsyayê de ye û li eniya şer e.
8’ê Nîsana 2022’an di êrîşa li ser stasyona trênê ya Kramatorskê de bêtirî 60 kes hatibûn kuştin.
Berî êrîşa dawî ya Rûsyayê, Serokomarê Ukraynayê Zelensky got; Êrîşên wan yên dijber li hemû eniyan bi serkeftî dewam dikin.



