Li Girkê Legê ji bo şervanê QSD′ê Mihemed Hemed El Cuma merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.
Li Girkê Legê jî şêniyan sersaxî dan malbata şehîd Miheme El-Cuma.
Şervanê QSD’Ê Mihemed Hemed EL-Cuma 29’ê Tebaxê di encama qezayeke tirafîkê şehîd bû.
Di merasîmê de endama Kongra Star a Girkê Legê Nihayat Mûsa sersaxî da malbata şehîd û got:
“Bi saya fedakariyên şehîdan em bi ewle dijîn.
Divê em van fedakariyên bi serkeftinê û şopanina têkoşîna wan tacîdar bikin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Fîras Mihemed jî axivî û soz da ku ew ê heta pêkanîna hêviyên şehîdan ên azadiyê li ser rêça wan bin.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Dêrikê, Xalid Dêrik jî axivî û diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan dive têkoşîn were mezinkirin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.