Dewleta Tirk gundên Minbic, Şehba û til temir dan ber topan.
Navenda ragihandê ya Meclisa leşkerî a Minbicê ragihand ku,
dewleta Tirk û çeteyên wê “Dir El-Firat” bi çekên giran gundên El-Seyad, El yalanî û Dendeniyê yên bakurê minbicê topbaran kirin.
Dagirkeriya Tirk 2 gundên Şehbayê topbaran kirin
Artêşa Tirk a dagirker, seatên vê êvarê jî gundên Til Aneb û Zîwan ên herêma Şehbayê topbaran kirin.
Serê vê sibehê jî dewleta Tirk êrişî gundê Til-wêla û Til Kerapêt ê Til Temirê kir.
Duh jî bi top û çekên giran gundên El-Tawîla, Til Tewîl yê heman navçeyê topbaran kirin.
Şevê din jî gundên Şêrawa rastî êrişan hat.