Ji bo salvegera yekem ya şehadeta Nagîhan Akarsel gelek sazî û rêxistinên jinan daxuyanî dan û banga xwedî derketana li ked û têkoşîna şehîd Nagîhan kirin. Her wiha jinan gotin, em ê li dijî hêzên faşîst asata têkoşînê xurt bikin.
Li Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera Şahadeta endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiyên cuda hatin li darxistin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li komelgeha Dugurê ya Şengalê şehîd Nagîhan bi daxuyniyekê bi bîr anî.
TAJÊ diyar kir ku Heval Nagihan li Şengalê jî gelek kar û xebat da meşandin û wiha domand:
Em tev dizanin ku dewleta Tirk a dagirker dijminê jin û jiyanê ye ew her dem li dijî azadiya jinan û civakê di nava listokên xwe yên gemar de ye.
Em weke jinên Şengalê dibêjin, heya dawî em ê xwedî li keda şehîd Nagîhan derbikevin.
Kovara Jineolojî şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr anî
Kovara Jineolojiyê jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya kovarê ya bi serenavê “Em hevala Nagîhan bi hezkirin û bi berîkirina bêdawî bi bîr tînin” hate weşandin wiha ye:
Hêzên desthilatdar bi vê pilanê xwestin derbê li têkoşîna jinan bixin.
Lê belê ev saleke dengê ‘jin jiyan azadî’ ku Nagîhan kêlî bi kêlî têkoşîna wê dida, li hemû kolanên cîhanê deng vedide.
Em soz didin ku em ê têkoşîna wê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Ji bo Nagîhan Akarsel kampanya hasthagê
Însiyatîfa Edalet Ji bo Nagîhan Akarsel beriya bi 2 rojan bi îmzeya 312 jin û rêxistinên ji 51 welatan nameyek vekirî ji bo Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê ragihand.
Înisiyatîfê di nameya xwe de daxwaza bi lez gav avêtina ji bo diyarkirin û cezakirina kiryarên qetlîamên li ser jinan tê meşandin.
Insiyatîf dê îro jî kampanya haştagê li ser tora dîjîtal (bi navê berê Twitter) bide destpêkirin.
Şehîd Nagihan Akarsel li Mêrdînê hat bibîranîn
Ji bo Nagîhanê Akarsel li eywana konferansa Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û gelek jinan bername hat lidarxistin.
Çalakiyê bi pêşandana sînevizyonê dewam kir.
Piştî sînevizyonê Dayikên Aştiyê kilamên Kurdî gotin.
Nagîhan Akarsel paradîgma jin jiyan azadî ji xwe re kir bingeh



