Salek berê jina Kurd Jîna Emînî û îro jî jina Kurd Armîta Girawend.
Jina ciwan ya Kurd Armîta berê mehekê li bajarê Tehranê yê Îranê bi hêceta ku serê wê vekirîbû rastî êrişa polîsên exlaqê hat.
Armîta ku 28 roj bûn li nexweşxaneyê li ber mirinê bû, jiyana xwe ji dest da.
Roja 1’ê Cotmehê Jina Kurd ya bi navê Armîta Girawend ya 16 salî ku ji bajarê Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li paytexta Îranê Tehranê rastî êrişa hêzên rejimê hat û bi giranî birîndar bû.
Li Stasyona trenê Polîsên Exlaqê bi hêceta ku serê Armîta vekiriye lê xistin û ji ber derbên giran Armîta rakirin nexweşxaneyê.
28 roj bûn Armîta di nexweşxaneya Fecir a li Tehranê de bê hiş ketibû û li ber mirinê bû.
Hêzên rejimê jî mina her care piştî ku bûyer hat bihîstin, zextên li ser malbata Armîta zêde kirin û dest danîn li ser telefonên endamên malbatê.
Tevî dîmen û şahîdên bûyerê jî rayedarên Îranê îdîa kirin ku polîsên wan li Armîta nexistine.
Hat ragihandin ku jina Kurd Armîta Girawend vê sibê jiyana xwe ji dest daye.
13’ê Îlona 2022’an jî li Tehranê bi îdîaya ku qanûna serê xwe girtinê binpêkiriye, polîsên exlaqê yê Îranê eşkence li jina Kurd Jîna Emînî kirin.
Piştî êrişê bi sê rojan ango 16’ê mehê, Jîna Emînî jiyana xwe ji dest.
Li ser şehadeta Jîna Emînî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin qadan.
Serhildanên ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azad” destpêkirin bi mehan ajotin û li gelek deverên cîhanê jî belav bû.
Di van serhildanan de ji ber êrişên hêzên rejimê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan



