Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tevgerên xwe yên keşfê û topbarana li ser herêmên eniya Til Temir û Eyn Îsa di nava 24 saetên dawiyê de jî dewam kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama êrîş û tevgera dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya di nava 24 saetên dawiyê de eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
Li Eniya Til Temir,
Doh çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Um El Kêf çeperên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî topbaran kirin.
Li eniya Eyn Îsa jî,
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundên Korik û Îbrahîm El-Kurdî topbaran kirin.
Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin malên şêniyan.