Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi daxuyaniyekê yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê şermezar kir û banga têkoşîna hevpar li jinan kir û got: Êrîşên radîkalên olî li dijî jinan bi rêbazên mîna DAIŞ’ê careke din nîşan dide ku şerên li cîhanê wê li ser qirkirina jinan bin.
Bertekên li dijî pêşnûme biryara zagona zewaca zarokên keç ji 15 salî dabikeve 9 salî ya ku ketiye rojeva parlemnetoya Iraqê zêde dibe.
Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) jî bi daxuyaniyekê ev biryar şermezar kir.
REPAK diyar kir ku hikûmeta Îraqê dixwaze bi krîza ku jiyan dike bi gelê Iraqê û jinan mezin bide windakirin û wiha dewam kir:
”Di pêvajoyeke ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê operasyona dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê berfireh kir, hikûmeta Iraqê di encama zext û zordariyan de partiya siyasî ya Êzidî PADÊ û Tevgera Azadî girtin.
Danasîna qanûna li Iraqê ji bo daxistina temenê zewaca keçan 9 saliyê, tê wateya fedakirina çarenûsa gelê Iraqê û jinan ji bo bloka faşîst a herêmê.
Bi tekoşîna gelên Kurd, jinan û mirovahiya cîhanê, fermana ku DAIŞ’ê ne karî li dijî gelê Kurd, Ereb û jinan pêkbîne niha tîfaqa dewleta Tirk-PDK’ ê dixwaze pêk bînin.
REPAK’ê ragihand ku şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser eksena zayendperestî û îdeolojiya olî tê meşandin û wiha pêde çû:
Êrişên ku careke din ji bo teslîmgirtina bedena jinan tên, qirkirina DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û li bazarên koleyan firotina 5 hezar jinên Êzidî.
Siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî nîşan dide ku qeyranên Rojhilata Navîn dê kûrtir bibin.
Êrîşên dawî yên radîkalên olî li dijî jinan bi rêbazên mîna DAIŞ’ê careke din nîşan dide ku şerên li cîhanê wê li ser qirkirina jinan bin.
REPAK: Bi azadiya jinan wê kirîzên Iraqê çareser bibin
REPAK’ê destnîşan kir ku divê hikûmeta Îraqê sûcên li dijî jinan têne kirin li ber çavan derbas bike û ev bang kir:
”Banga me ji bo hikumeta Iraqê ku li cihê sekna li gel bloka faşîst, siyaseta demokratîk esas bigre û pêşnûmebiryara xwe ya pêşkêşî meclîsê kirî paşde vegerine.
Banga me ji bo hemû tevgerên jinan û civaka demokratîk ewe ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinên Iraqê û li dijî zewaca zarokan pîştevaniya gerdûnî û têkoşîna hevpar mezin bikin.”



