Îro jî xelkê Kantona Reqayê bi meşekê banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin.
Kesên di meşê de cihê xwe girtin, diyar kirin paradîgma Rêber Apo ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareseriya herî guncawe.
Îro jî, bi pêşengiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya xelkê Kantona Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan.
Meşa ji pêşiya Nexweşxaneya Kevn a Zarokan dest pê kir li Qada Jina Azad veguherî mîtingê.
“Paradîgma Rêber Apo ji pirsgirêkên Cîhanê re çareseriyê”
Di mîtingê de, berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo diyarkir ku paradîgmaya Rêbertî ji pirsgirêkên li cîhanê re çareserî ye û wiha anî ziman:
“Dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare ramanên azad li ser gelên azadîxwaz qut bike.”
Ji ber ku Rêbertî projeya neteweya demokratîk, piransîpên yekitiya gelan, wekhevî û edaletê pêşkêş kirin.
Dawiyê de, dayika şehîdan, Îtab El Kurdî helbestek li ser Rêber Abdullah Ocalan xwend.



