Piştî kuştina Narîna 8 salî rê li ber gelek lêpirsînan vebû.
Li gorî daneyên Saziya Statîskan a Tirkiyê diyar bû ku navbera 2008-2016’an 104 hezar û 531 zarok li Tirkyê winda ne.
Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Sema Aktaş girêdayî mijarê nirxandin kir û got: bi kuştina Narîn re civaka rizyayî derketiye holê.
Narîn Guran zaroka 8 salî ya di 21’ê Tebaxê de li taxa Çûliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8’ê Îlonê de cenazayê wê di çemê Egertutmaz hatibû dîtin.
Piştî lêpirsîna berfireh diyar bû ku Narîn bi dest hatiye xenqandin.
kuştina Narînê di rojevê de cihê xwe diparêze û der barê bûyerê de her roj pirsnîşanek dertê holê.
Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya, Wanê Sema Aktaş der barê kuştina zaroka 8 salî de
nirxandin kir û got:
“Veşartina kuştina Narînê û bi sedan zarokên mîna vê bûyerê, rê li ber zêdebûna bertekan vekir.
Derket holê ku ev kuştin bi destê malbat,delwet û tarîkatê hatiye kirin.
Pêşgotinek Afrîkayê ya ‘ji bo mezinkirina zarokekî gundek pêwiste’ heye.
Lê me dît ku gundek çawa zarokekê tune dike.
Li gorî daneyên 2016’an de hejmara zarokên winda 104 hezar û 531 e
Sema balkişand ser zarokên winda ku bi kuştina Narînê re hatiye rojevê û got:
Saziya Statîskan a Tirkiyê “TUÎK’ê piştî kuştina Narîn dest bi lêkolînan kir.
Li gorî daneyên TUÎK’ê diyar bû ku navbera 2008-2016’an 104 hezar û 531 zarok li Tirkyê winda ne.
Ev zarok mirine, hatine revandin an jî kuştin diyar nabe.
Di vir de qelsiya polîtîkayên delwetê dertê holê.
Sema Aktaş: Divê tedbîrên ku zarokan diparêzin bên girtin
Sema diyar kir ku divê dewlet ji bo parastina zarokan polîtîkayan biafirîne û bi cih bîne.
Li Tirkyê cihekî bi ewle ji zarokan re tine ye.
Divê ji bo parastina zarokan tedbîrên parastinê bên girtin.
Divê li dbistianan ji bo fêdeya zarokan perwerdehiya hişmendiyê bê dayîn.



