Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E)ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32’yemîn banga seferberiyê kir û got: “Ji bo azadiya Rêber Apo em tevlî Festîvalê bibin.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32’yemîn daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Festîval wê di 21’ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bê lidarxistin.
Di serî de Almanya ku wê malovaniyê ji festîvalê re bike ji Bakurê Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Îngilistan, Hollanda û Belçîkayê wê Kurdistanî û dostên wan tevlî festîvalê bibin.”
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê û Barzanî ya bi dagirkeran re hate bibîrxistin û hate gotin,
“Di demeke bi vî rengî de Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32’yemîn tê lidarxistin.
Gelê me wê li dijî qirkirina dîrokî, çandî û fîzîkî dakevin qadan.
Em bang li gel dikin ku bi ruhê seferberiyê tevbigerin, tevlî bibin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bînin ziman.



