Ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir ve hezar û 540 li Lubnanê hatine kuştin.
Ji bilî kuştiyan 5 hezar û 410 kes jî birîndar bûne.
Her wiha tenê di van 2 rojên dawî de 15 hezar û 600 Sûriyî û 16 hezar û 130 Lubnanî derbasî Sûriyê bûne.
Hat ragihandin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir va li Lubnanê ku ji serê hefteyê vir va rastî êrîşên hewayî yên Îsraîlê tê, hezar û 540 kes mirin.
Ji aliyê yekîneya Rêveberiya Rîska Afatê ya hikumeta Lubnanê ve raporek derbarê êrîşên Îsraîlê de hat amadekirin.
Di raporê de derbarê kesên mirine û ji ber êrîşên Îsraîlê ji 8’ê Cotmehê û vir ve koçber bûne agahî hatin dayîn.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne yên ku li navendên stargehê hatine bicihkirin gihîştiye 77 hezar û 100 kesî.
Her wiha hejmara navendên bicîhbûnê yên ku ji dibistanên fermî, peymangehên pîşeyî û navendên çandiniyê pêk tên li bajarên cuda 565 e.
Ji 8’ê Cotmehê ve heta niha hezar û 540 kes di êrîşa Îsraîlê de mirin
Hat destnîşankirin ku piraniya kesên ku ji ber êrîşan koçber bûne, li malên xwe yên li herêmên din an jî li cem xizmên xwe, di xaniyên kirê û otêlan de bi cih bûne, bi hezaran kes jî derbasî Sûriyê bûne.
Hat ragihandin ku di 2 rojên dawî de 15 hezar û 600 Sûriyî û 16 hezar û 130 Lubnanî derbasî Sûriyê bûne.
Di raporê de ku derbarê windahiyan de jî agahî hat parvekirin.
Hat diyarkirin ku Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023’yan vir ve 7 hezar û 34 êrîşên esmanî, 248 bombeyên fosforê û 133 êrîşên çekdarî li Lubnanê pêk anîne.
Di van êrîşan de hezar û 540 kes mirine û 5 hezar û 410 kes jî birîndar bûne.
Unrwa: Zêdeyî 200 hezar kes li başûrê Lubnanê koçber bûne
Li aliyê din Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk -UNRWA derbarê koçberên li Lubnanê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniya UNRWA de hat diyarkirin ku piştî zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de ku ji 8’ê Cotmeha 2023an vir ve didome, UNRWA’yê dest bi destwerdanên awarte kir.
Hat ragihandin ku UNRWA li bajarê Sidonê ji bo xizmeta koçberan bike 3 navendên stargehê vekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêla koçberiyê bûye sedema nebûna pêdiviyên jiyanî yên wek nan û ava vexwarinê li bajarê Sidonê.
Di daxuyaniyê de li ser daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî-IOM hat destnîşankirin ku ji Cotmeha 2023’an heta 24’ê Îlonê nêzî 200 hezar kes li başûrê Lubnanê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li başûrê Lubnanê ji Cotmeha 2023’yan heta 17’ê Îlonê 111 hezar û 656 kes, di navbera 17 û 24’ê îlonê da jî 90 hezar û 530 kes koçber bûne.



