Her çiqasî ku Hizbullah bi êrîşên moşekî bersivê dide bombebarana tund a artêşa Îsraîlê jî, lê ev yek rê li ber êişan nagire
Ji ber êrişên Îsraîlê nêzî 150 hezar kes li hundirê welat koçber bûne.
Bi tayîbetê jî welatî ji Bekaa û Baalbek koçber dibin ji ber ku ev her du bajar rastî êrişan tê.
Herî dawî Îsraîl maleke 3 qatî li herêma Şeba bombebaran kir, ji heman malbatê 9 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ji 8’ê Cotmehê ve pevçûnên kontrolkirî bi Hizbullahê re didomîne.
Di 23’yê Îlonê de bi sedan êrîşên esmanî li ser bajarên başûrê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Baalbek pêk anîn.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 748 kes mirin
Li gorî rayedarên Lubnanê, di êrîşên hewayî yên dijwar de 748 kes mirin, ji ber bombebaranê nêzî 150 hezar kes jî li hundirê welat koçber bûn.
Hizbullah bi êrîşên moşekî bersivê dide bombebarana tund a artêşa Îsraîlê li ser herêmên başûr û rojhilatê welêt.
Her wiha di nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA de hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê ji şevê din ve bombebarana herêmên başûr zêde kirine.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama hedefgirtina maleke 3 qatî ya li herêma Şeba ya li başûr de ji heman malbatê 9 kes mirin.
Artêşa Îsraîlê li ser malekê êrîşa hewayî pêk anî: 9 kes mirin
Di nûçeyê de her wiha hate gotin ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li rojhilatê Dêra Qanûn en-Nahr, El-Halusiye, Debal, El-Bazuriye, Şehabiye, El-Abasiye, Kadmûs, Celal El-Bahr û bajarê Sûrê gelek kuştî û birîndar hene.
Hat destnîşankirin ku pêla koçberiya ji başûr a ku di bin êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, ber bi paytext Beyrûtê û herêmên din ên ewle ve didome.
Îsraîl: Yek ji fermandarên Hizbullahê Mihemed Hisên Surur hat kuştin
Her wiha Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ragihand ku yek ji fermandarên Hizbullahê Mihemed Hisên Surur di êrîşa hewayî ya li ser Beyrûta paytexta Lubnanê de hatiye kuştin.
Hizbullah bakurê Îsraîlê êrîş pêk anî
Ji aliyê din ve Hizbullahê ragihand ku wan bi hejmareke zêde mûşekan êrişî herêma Kiryat Ata ya li bakurê Îsraîlê kiriye.
Di daxuyaniya Hizbullahê da hat diyarkirin ku bi moşekên “Fadî 1” yên ku cara ewil hatin bikaranîn, li dijî qereqola Kiryat Atayê êrîş hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku bajarê Tiberias yê li bakurê Îsraîlê jî bi gelek mûşekan hatiye hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku li bajarê Îlanya yê li bakurê Îsraîlê bi roketên “Fadî 1” hatiye xistin.



