Parlementoya Kataloniya ya Spanyayê ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê rûniştinek li dar xist.
Beriya du rojan parlementerê Kataloniyayê Ruben Wagensberg serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Ruben Wagensberg di axaftina xwe de peyam û daxwaza Rêveberiya Xweser ya bakur û Rojhilatê Sûriyê parve kir û got:
Rêveberiya Xweser ji me daxwaz kir ku em pirsa wan bigihînin wezîrê karê derve ya yekîtiya Ewropayê.
Tirkiyê bi hemû rê û rêbazan rê li ber beşdariya Kurdan di danûstandinên bi Şamê û destûra nû de digire.
“Em ê li gel hikûmeta Spanya û YE’yê zextê li Tirkiyê bikin”
Parlementerê Kataloniyayê Ruben diyarkir ku dengê rêveberiya xweser dengê me ye. Divê em dengê wan bigihînin asta herî jor ya Yekîtiya Ewropayê bikin.
Divê Yekîtiya Ewropayê û civaka navdewletî zextê li Tirkiyê bike.
Berpirsê karê derve yê Kataloniyayê di rûniştinê de amade bû û daxuyakirin ku ew ê ne tenê daxwaza rêveberiya xweser bi wezîrê karê derve yê Spanyayê re, her wiha bi berpirsên payebilind yên Yekîtiya Ewropayê re parve bikin.



