Birêveberiya Giştî ya Ewlekariya Netewî ya Nêcerê, ragihand ku vê sibê 2 ji wan Tirk, 3 terorîst girtin.
Berê vê girtinê bi çend saetan, ajansên ewlekariyê û rêbendên kontrolê wêneyên van kesan belav kiribûn.
Çavkaniyeke ewlehiyê anî ziman ku ew ji balafirgeha Stenbolê derbasî welêt bûne û xwestine piştgiriya ji DAIŞ’ê re mezin bikin.
Şirketên Tirkî li paytexta Necir Niamey balafirgeheke navdewletî ava kirine.
Ev jî li ser “peymaneke sexte” pêk hat û li gorî vê yekê wê şirketeke Tirkî heya 25 salan vê balafirgehê bi rê ve bibe.
Li gorî çavdêran, dewleta Tirk balafirgehên Tirkiyê heya Niamey û Bamako bi kar tîne da ku piştevaniya terorîstên li başûrê Lîbyayê bike û zextê li Niceryaya cîran bike.