DEM Partiyê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî da û got:
“Serkeftina Kobanê li hemû gelan pîroz be.”
Di daxuyaniyê de salvegera serkeftina Kobanê li hemû mirovahiyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin:
“DAIŞ a ku dewletan nedikariyan xwe li ber bigirin, li Rojava, li Kobanê hate têkbirin.
Bi vê serkeftina bi pêşengtiya jinan re, jinan dîroka berxwedanê nivîsandin û şoreşa jinan diyariyî hemû cîhanê hate kirin.
Yên ku ev serkeftin ranegirtin, îro jî hewl didin tişta DAIŞ’ê nekarî bike pêk bînin.”
Êrişên ser Tişrînê û Kobanê, berdewamiya êrişên DAIŞ’ê ye.
Lê berxwedan û ruhê Kobanê, ruhê wekhevî, azadî û pêkvejiyanê ye.
Gelên me heta tevahiya gelên Rojhilata Navîn azad dibin dê vê rêyê bişopînin.”
DEM Partiyê di dawiyê de wiha got:
“Berxwedana destanî û serkeftina hatiye bidestxistin, nîşan da ku gel tu caran dev ji azadiya xwe bernadin.
Kesên ku îro êrişî Kobanê dikin bila baş zianin ku tu hêz nikarin xwe li ber azadiya jinan, gelan û têkoşîna wekheviyê bigirin.”



