Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya jinan, bûye bingeha berxwedana bendava Tişrîn a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya 10`mîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da û rizgarkirina Kobanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 10`mîn salvegera rizgarkirina Kobanî de, em bi rêzdarî li pêşber berxwedana we ya efsanewî bejna xwe ditewînin.
10 sal derbas bûn hîna jî vedenga qehremaniya we li seranserê cîhanê deng vedide. “
Kombûna Jinan a Zenobiya di daxuyaniya xwe de bang li jinên Kobaniyê kir û hêz û biryardariya wan nirxand û got: “inên Kobanê afirînerê jiyanê ne, berxwedana we ya mezin rêya me ya ber bi siberojeke geş ronî dike. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bingeha berxwedana bendava Tişrînê ye.”
Kombûna Jinan a Zenûbiya di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê de “Di vê salvegerê de em soza xwe nû dikin ku em ê bi fedekariya şehîdên xwe re dilsoz bin û heta serketineke bi rûmet em ê li ser rêya azadiyê berdewam bin.
Em di wê baweriyê de ne ku neheqî wê ji holê rabe, rastî wê bi ser bikeve. “



