Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji şervanên HAT’ê Şerger (Şiyar Bozan) îro (2 Sibat 2025) di berxwedana li Pira Qereqozaqê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin “Şehîd Şerger sembola fedekarî û rizgariyê bû û di parastina rûmeta gel û xaka xwe de û mînaka dilêriyê bû.“
Di daxuyaniyê de heya serketinê soza berdewamkirina rêya şehîd Şerger û hemû şehîdan hate dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Şerger
Nav û Paşnav: Şiyar Bozan
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Fadil
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Bîr Ereb, 2005
Dîroka Tevlîbûnê: 26-7-2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Pira Qereqozaq, 2-2-2025.



