Îro li konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya Silêmaniyê, mamoste û karmendên di greva birçîbûnê de têkildarî berdewamiya çalakiya xwe û neqebûlkirina tedawiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Mamosta û karmendan diyar kirin ku çalakiya wan didome û neqebûlkirina tedawiyê jî dubare kirin.
Çalakgeran bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku mûçeyê karmendan yên Kanûna 2024’an bide.
Di daxuyaniyê de wiha gotin:
“Îro 11 rojin em di greva birçîbûnê de ne, tevî hemû piştgirî û civînên me, lê mixabin Berdevkê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi zimanekê ne layiq, ne hêja û teşhîrkirinê tewrê hikûmetê yê derbarê me de diyar kir.”
Her wiha di daxuyaniyê de çalakvanan diyar kirin ku ew ê her çalakiya xwe berdewam bikin.



