Bi boneya Cejna Remezanê, gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû kuştin hate ziyaret kirin.
Di bîranînê de ji ewil hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û got ku gelê Kurd bedelên giran dane. Şukran Aydin, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got:
“Pêvajoyek dest pê kiriye. Ji bo bidome û bi ser keve, divê her çar parçeyên Kurdistanê tifaq bin.
Em dixwazin dewlet bê darizandin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî cejna her kesî pîroz kir. Gulşen Ozer, diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li ser rêya Vedat Aydinan bidomînin.
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Vedat Aydin.
Malbatê şehîdan li Stenbolê goristna şehîdan ziyaret kirin
Bi boneya Cejna Remezanê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirina re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) li Goristana Gaziyê ya li navçeya Sultangazî ya Stenbolê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin hatin ziyaretkirin.
Çîçek Otlu ya DEM Partiyî di serdana goristanan a li Stenbolê de axivî û got: “Divê têkoşîn were mezinkirin û em nîşan bidin ku xeyalên wan nîvco nemane.”



