HPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker tevahiya meha Remezanê êrîş bir ser hêzên gerîla ku ji 1’ê Adarê û vir ve di rewşa agirbestê de ne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşan artêşa Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla ev daxuyaniyek da û got:
“Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê em Cejna Remezanê di serî de li malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya yekîtî, başî û piştevaniya civakî.
Di meha remezanê de êriş li dijî hêzên me berdewam kir.
27, 28 û 29’ê Adarê li Herêma Garê 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 4 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Dîsa 28 û 29’ê Adarê li Herêma Xakurkê121 caran, li Herêma Garê 42 caran, li Herêma Metînayê44 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 869 caran; bi giştî 1076 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Navendê diayarkir ku hêzên wan 27 û 28’ê Adarê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk bersiv dan êrişên artêşa dagirker yên li dijî tûnelê şer.
29’ê Adarê jî Gêrîlayên YJA-STAR bi çekên nîvotomatîk bersiv êrişa li dijî tûnelên qada berxwedanê ya Girê Amediyê dan.



