Meclisa Sûriya Demokratîk derheqê avakirina Hikumeta Nû li Şamê helewesta xwe nîşan da.
MSD’ê got ku ev hikumet ne li gor daxwazên niştîmanî yên gelê Sûriyê ye û dubarekirina şaştiyên berê ye.
MSD’ê destnîşan kir ku nûnertiya jinê di vê hikumetê de tune ye tevî ku ew nûnera rêjeya herî zêde di civakê de ye
MSD’ê got ku gerek ev hikumet gavek bo beşdariyeke berfireh a nûnerên civaka Sûriyê bûya û êş û azarên gelê Sûriyê bi dawî kiriba.
MSD: Ev hikumet dûrî daxwazên niştîmanî ye
MSD’ê diyar kir ku wan hêvî dikir ev hikumet pirrengiya Sûriyê bi hemû pêkhateyên siyasî û civakê tevlî kiriba, lê belê tişta hatî ragihandin, dûrî daxwazên niştîmanî yên gelê Sûriyê ye.
MSD: Nûnertiya jinê di hikumetê de tune ye
MSD’ê dibêje ku rengekî tenê mohra xwe li hikumetê de û nûnertiya rast a jinê di ber çavan re negit, tevî ku ew rêjeya civakî ya herî mezin e û di salên borî de gelek zehmetî dîtine.
MSD: Avakirina hikumetê bi vî rengî çareseriyê nayîne
MSD’ê destnîşan kir ku ev hikumet nabe gavek bo çareseriyê, çimî tê xuyakirin ku aliyek û bîrdoziyeke tenê vê hikumetê kontrol dike û ev jî dûrî demokrasiyê ye û tu mizgîniya pêvajoyeke veguhêz a rast nade.
MSD: Gerek hêzên niştîmanî yên Sûriyê rêyeke siyasî ya nû saz bikin
MSD’Ê daxwaz kir ku gerek hemû hêzên niştîmanî yên Sûriyê bi xebateke hevbeş rêyeke siyasî ya nû li ser bingehên demokratîk saz bikin.
MSD: Pêdiviya Sûriyê bi çareseriyên nû li ser bingeha diyalogê heye
MSD’ê dibêje ku pêdiviya Sûriyê bi çarseriyên nû heye ku pala xwe dide diyalog û lihevkirinê û dûrî şêweyên berê be.


