Wezareta Derve ya Amerîkayê: Wê vekişîna hêzên me ya ji Iraqê neyê nîqaşkirin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, DYA’yê naxwaze mijara vekişandina hêzên welatê xwe bi Iraqê re gotûbêj bike, dê mijara nûkirina hevkariyê gotûbêj bikin.

Wezareta Derve ya DYA’yê derbarê vekişandina hêzên Amerîkî yên li Iraqê daxuyaniyek da û diyarkir ku dê şandeyek Amerîkayê serdanê Iraqê bike.

Wezaretê da zanîn ku ev şande wê ne vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê gotobêj bike. Şande wê çawaniya belavbûna hêzên Amarîkayê yên li Rojhilata Navîn û lihevkirina stratekîk ya di navbera herdu welatan de nîqaşbikin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmihdî roja Înê ji DYA’yê xwest ku nûneran bişîne Iraqê da ku mekanîzmeya vekişandina hêzên Amerîkayê ji welatê deyne.

Piştî qetilkirina Fermandarê Feyleq El-Quds ê Îranê Qasim Suleymanî û zêdebûna nakokiyên Îran û DYA’yê parlamantoya Iraqê biryarek derxist, tê de banga bidawîkirina hebûna tevahî hêzên biyanî ji Iraqê kir.

Leave a Reply

Back to top button