Sê roj e şandeya DEM Partî, Kongreya Demokratîk ya Gelan-HDK, û DBP hevdîtinên xwe yên li başûrê Kurdistanê didomîne.
Şande îro bi Yekgirtûya Îslamî û Waliyê Hewlêrê re civiya.
Şande ji Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBP’ê Mûrat Sarisaç, Parlamenter Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan Rezan Kaganarslan pêk tên.
Di hevdîtina bi Yekgirtuya Îslamî re her du aliyan îşaret bi giringiya bicihanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo û azadiya wî kirin.
Şande bi Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re jî civiya.
Di civînê de li ser ser girîngiya yekitiya Kurdan a di pêvajoya çareseriyê de niqaş hate kirin..
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştgiriya xwe ya ji bo Banga Rêber Apo anî ziman.



