Retorîka mezhebî li ser jiyana Sûriyeyiyan kon vedaye, di encamê de komkujî li dijî Elewiyên li Perava Sûriyê pêk hat.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa anî ziman ku sedema serweriya retorîka mezhebî ya li ser jiyana Sûriyeyiyan, xîtaba yekrengî û nebûna siyaseteke niştîmanî ya giştî ye, ku dikeve xizmetî ajandeyên herêmî.
Li ser jiyana gelê Sûriyê re rewşeke hêrs û retorîka mezhebperestî heye.
Ji encamên wê jî pêkanîna komkujiyên li dijî Elewiyên li perava Sûriyê ne.
Piştre ev rewş li gelek herêmên Sûriyeyê mîna gundewarê Şamê û Siwêdayê bi pêş ketin û belav bûn.
Sedema wê jî nebûna siyaseteke niştîmanî ya giştî û xîtaba yekrengî di biryara Sûriyê de ye.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa da zanîn ji dema hatina hikûmeta El Şeri ya îslamî li ser desthilata Şamê, atmosfêra retorîka mezhebî di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de li ser jiyana wan kon vedaye.
Mihemed Îsa: Retorîka mezhebî li ser jiyana Sûriyan kon vedaye
Îsa diyar kir ku ev retorîk gihîştiye astên xwe yên herî bilind û wiha dewam kir:
Ev retorîka mezhebperestî ji encamên kiryarên hin komên cîhadîst ên Îslamî bi navên Hamzat, Emşat, Sultan Murad û hwd derketine holê.
Ev kom, ji aliyê ajandeyên derve ve tên birêvebirin, bi ser desthilatên Tirkiyê ve ne û piştgiriya xwe jê werdigirin.
Ev kom hatin teşwîqkirin û dehfdan ku komkujiyên mezin li dijî Elewiyên li perava Sûriyê pêk bînin.
Wan koman Elewî qetil kirin, koçber kirin, şewitandin û revandin.
Ev tevgera seferberiyê û hêrsa mezhebî li dijî tevahî pêkhateyên olî bi pêş ket.”
Mihemed Îsa: Sedema vê rewşê xîtaba yekrengî û berjewendiyên hêzên derve
Der barê sedemên vê yekê de, Îsa destnîşan kir ku sedema yekemîn ew e xîtaba yekrengî ya îslamî ya tekfîrî ku hikumeta El Şeri ji destpêkê ve pejirandiye û got:
Sedema duyemîn jî, hebûna berjewendî û projeyên herêmî yên Tirkî û Qeterî ne ku ji berjewendiya wan e qirkirkirinên etnîkî û olî pêk werin an jî qirkirina irqî û guhertina demografîk pêk werin.
Mihemed Îsa: Divê konferanseke neteweyî ji bo gelê Sûriyê were lidarxistin
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa di dawiyê de dibêje:
Eger gelê Sûriyê dixwazin dewleta xwe û yekitiya mozaîka xwe biparêzin û ronasansa xwe pêk bînin, ji bilî lidarxistina konferanseke neteweyî ya berfireh ku tu pêkhateyek ji gelên Sûriyê neyê bidûrxistin, rêyek din tune ye.
Divê di konferansê de li ser destûra dewleta nû ya Sûriyê ya li ser bingeha civakeke sivîl a ilmanî ya demokratîk a nenavendî lihevkirin pêk bê.
Ew jî dewleta hemwelatîbûnê, edalet û qanûnê ku desthilatan ji hev cuda bike û desthilat xwe bispêre wekheviya zayendî ya mêr û jinan di tevahî aliyên jiyanê de.



